Amerîka piştîvaniya bihêztir kirina jêrxana Kurdistanê dike

hewl bo bihêztir kirina jêrxana abûriya Kurdistanê tê dayîn.
کوردستان TV
100%

Wezîrê elektirîkê li gel rayedarekî Amerîkî civiya.

Wezîrê elektirîkê bi wekalet Kemal Mihemed Salih pêşwaziya berpirsê karûbarên abûrî li Konsulusxaneya Amerîkayê Alex Bella kir.

Di civînê de ku, hijmareke pisporên Amerîkî û yên Kurdistanê jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê prosesên hêlbirîn û veguhastina elektirîkê û herwiha mijarên hêlbirîn û veguhastina gazê bo stasiyonên hêlbirînên elektirîkê hate kirin.

Her di heman civînê de şanda Amerîkî tekez li ser vê yekê kir ku, lazime jêrxana abûrî bi taybetî jêrxana enerjiyê li Kurdistanê de were bihêztir kirin û di vê warî de jî Amerîka piştîvaniya herêma Kurdistanê dike.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.