Îro li berdem mala xwe tirimbîla wî hatibû teqandin.
Berpirsê liqê 22 ya PDK li Kelarê Ekrem Salih îro di dema ku, dixwest biçe ser karê xwe, tirimbîla wî teqiya û piştî teqînê jî Ekrem Salih daxuyanî da.
Ekrem Salih eşkere kiriye ku, tirimbîla wî bi rêya bombeyê hatiye teqandin û ti zirareke canî nebûye lê tirimbîl bi temamî hatiye şewitandin.
Salih diyar kiriye ku, bombe di bin tirimbîlê de hatiye danîn û dema şoxilandina tirimbîlê, ev bombeya han teqiyaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin