Behsa bernameya reformên nava hêzên pêşmerge hate kirin.
Li ser daxwaza hevpeymaniya cîhanî şandeke wezareta pêşmerge beşdarî di civîneke hêzên hevpeymaniya cîhanî yên li Kurdistanê kiriye.
Li gor daxuyaniya wezareta pêşmerge, di civîna hevbeş de giftûgo derbarê prosesa reformên nava hêzên pêşmerge û çawetiya cîhbicîh kirina bernameya reforman hatiye kirin.
Di heman civînê de biryar hatiye dayîn daku, ji niha û pêde bi berdewamî şanda wezareta pêşmerge û tîma cîhbicîhkar ya reformên nava hêzên pêşmerge beşdarî di civînê hevpeymanan yên taybet bi hêzên pêşmerge bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin