Dibêje bila Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve.
Li hember hewldanên Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan de bo normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê, rixmî ku, Erdogan dibêje eger heye di wan rojan de Serokê Sûriyeyê Beşar Esed dawetî Enqereyê bike, wezareta derve ya Sûriyeyê jî bersifa Erdogan da.
Wezareta derve ya Sûriyeyê di daxuyaniyeke fermî de eşkere kiriye ku, weke çawe me di demên berê de gotiye, em niha dubare dikin ku, mercên me bo normal kirina têkiliyan li gel Tirkiyeyê hene û lazime Tirkiye wan mercan bicîh bîne.
Wezareta derve ya Sûriyeyê eşkere kiriye ku, yekem mercê normal kirinê vekêşîna Tirkiye û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê û dawî anîn bi hevkarî û piştîvaniya Tirkiyeyê yabo komên cîhadî li Sûriyeyê ye.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye gotin ku, heta mercên heyî neyên cîhbicîh kirin vê Sûriye bo normal kirinê yek gav navêje.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin