Jiber şerê Tirkiye û pkk hatiye walakirin.
Şer û pevçûnên navbera pkk û artêşa Tirkiyeyê li devera Behdînan bi giştî û li devera Amêdiyê bi taybetî didome û jiber vê şer û pevçûnên han duhê jî gundeke din ya deverê hate walakirin.
Li gor zaniyariyên berdest piştî wala kirina gundê Mîska ya mesîhiyan duhê jî gundê Tîçimbe jî yaku, gundeke mesîhiyane hatiye walakirin.
Weke tê zanîn jiber hebûna gerîlayên pkk artêşa Tirkiyeyê bi berdewamî bi rêya balefir û topxaneyên xwe ev dever bordiman û topbaran dike û jiber vê yekê jî gelek gund hatine walakirin û zirarên gelek mezin jî ber jîngeha deverê ketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin