Dibêje ev keştiyên han Amerîkî û Îsraîlî bûne.
Peyvdarê çekdarên Hûsî li Yemenê Yehiya Serî di daxuyaniyeke çapemeniyê de eşkere kiriye ku, hêzên wan li deryaya sor û deryaya Ereb êrîşî ser sê keştiyan kirine.
Serî eşkere kiriye ku, ev keştiyên han bi dron hatine armanckirin, Îsraîlî û Amerîkî bûne.
Nav hatî derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyariyek nedaye tenê gotiye ku, êrîşên wan berdewam dibin.
Ji aliyê xwe ve hêzên Amerîkî jî diyar kirine ku, duhê droneke husiyan ku, metirsî bûye bo ser hêzên Amerîkî, xistine erdê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin