Li Zîqarê êrîşî ser karwaneke oldaran hate kirin

ti zaniyarî derbarê zirarên êrîşê de nehatine belavkirin.
کوردستان TV
100%

Êrîşkar piştî pevçûnê reviyane.

Jêdereke ewlekarî li parêzgeha Zîqarê ragihandiye ku, du kesên çekdar duhê bişev êrîşî ser karwaneke oldarên şîe yên ku, xwestine biçin ser gora Îmam Husê kirine.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, hêzên ewlekarî jî dem û dest kariye bersifa êrîşkeran bidin û di encam de pevçûn derketiye û kesên êrîşker jî karîne ji cîhê êrîşê birevin û biçin cîheke din.

Derbarê zirarên êrîşê de ti daxuyanî nehatine dayîn.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.