Li gel balyozê nû yê Tirkiyeyê civiyaye.
Li gor çapemeniya Îraqî duhê Serokwezîrê vê welatî Mihemed Sûdanî li gel balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Enil Bora Anan civiyaye.
Di civînê de her du alî giftûgo derbarê çend mijaran û hevbeşiya navbera Îraq û Tirkiyeyê de kirine û Serokwezîrê Îraqê eşkere kiriye ku, bo parastina aramî û asayîşa sînoran, Îraq amadeye hevkarî û hemahengiya xwe li gel Tirkiyeyê bi mercê parastina serweriya axa Îraqê zêdetir bike.
Her di heman civînê de giftûgo derbarê projeya cadeya geşe pêdan û herwiha kêşeyên avê hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin