Mesrûr Barzanî: Bila xelk ji min razî be ne aliyên siyasî

behsa çend mijarên girîng dike.
کوردستان TV
100%

Beşa duyem ya dîdara Serokwezîr û xelkê Silêmanî hate weşandin.

Şeva derbasbûyî beşa duyem ya dîdar ( hevpeyvîn)a Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel hijmareke şêniyên Silêmanî hate weşandin.

Di vê beşa han de Serokwezîr behsa çend mijarên girîng dike û dibêje bo min tişta herî girîng ximzet kirina xelkêye û min berejwendiyên xelkê xistiye ser her tiştekê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvînê de qala sedem û çawetiya ne şandina mûçeya mûçexwerên herêma Kurdistanê dike û balê dikişîne ser vê yekê ku, li Kurdistanê çend kes bûne sedem daku, Bexda di dema xwe de mûçeyên mûçexwerên herêmê neşîne.

Derbarê çûna ciwanan bo derveya Kurdistanê jî Mesrûr Barzanî dibêje, ev tişteke metirsîdare û em niha hewl dide sedemên çûna ciwanan bo derveya Kurdistanê destnîşan bikin û hewl didin daku, rewşeke wisa li welat çê bikin ku, ti ciwanekî Kurd careke din hizir ji bicîh hêştina welatê xwe neke.

Serokwezîr herwiha dibêje welat gelek şîrîne û lazime ciwanên me ku, samana welatên li welat bimînin û baştir xizmeta wan were kirin.

Di bersifa pirsekê de ku, taybete di nedana mûçeyan Serokwezîr dibêje em nebûne sedema ne şandina mûçeyan û mûçe jî ne li cem meye k, em nedin, mixabin ev kesên ku, serdemek zext li me û xelkê dikirin û digotin bila mûçe ji Bexdayê were, niha ku, mûçe li Bexdayê nayê deng jî ji wan nayê lazime ji wan were pirsîn ka gelo çima we daxwaz dikir mûçe ji Bexdayê were û niha ku, îro Bexda mûçe naşîne çima hun bêdengin:

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha tekez dike ku, berdewam dibe li ser serdanên xwe bo deverên curbicur yên Kurdistanê û xizmet kirina tevahiya Kurdistanê bêyî cudatî.

Serokwezîr di dawiya gotara xwe de dibêje tişta girîng cem min ewe ku, bikaribim ximzeta xelkê bikim, berejwendiyên xelkê bo min ji gelek tiştên din girîngtirin û bo min ev girînge ku, xelk ji min razî be ne aliyên siyasî.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.