Dibêje Îraq navbeyinkariyê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dike.
Hewldanên Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê didomin û di vê çarçoveyê de Erdogan duhê diyar kiriye ku, her gav eger heye Beşar Esed dawetî Tirkiyeyê bike.
Erdogan eşkere kiriye ku, niha Îraq li gel Rûsyeyê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de navebeyinkariyan dikin û Tirkiye bi rastî dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê vegerîne asta salên derbasbûyî û eger Esed gavek bavêje vê Tirkiye çend gavan bavêje.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin