Fermandarekî din yê hizbulahê hate kuştin

li navçeya Beelbek hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Îsraîl bi dron êrîşî ser wî kiriye.

Li gor çapemeniya nêzî hizbulaha Libnanê duhê artêşa Îsraîlê bi dron êrîşî ser tirimbîlek li Bakûrê navçeya Beelbek kiriye.

Di encama êrîşa han de Fermandarekî beşê parastina asmanî ya hizbulahê bi navê Meysem Mustefa hatiye kuştin.

Ajansa fermî ya Libnanê NNA jî ev nûçe pişt rast kiriye û ragihandiye ku, keseke diyar û berçav ya sîstema berevaniya asmanî ya hizbulahê di encama êrîşeke Îsraîlê de hatiye kuştin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.