Behsa rewşa jiyana xelkê li Başûr û naverasta Îraqê hate kirin.
Di çarçoveya serdana xwe yabo Bexdayê de, îro pêncşem Serok Barzanî li Bexdayê li gel Parêzgarê Besreyê Esed Eleydanî civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî ya Îraqê û rewşa jiyana xelkê li parêzgehên Başûr û naverasta Îraê û encamên serdana Serok Barzanî bo Bexdayê hate kirin.
Her di heman civînê de tekez li ser hemahengî û karên hevbeş di navbera parêzgehên herêma Kurdistanê û parêzgeha Besreyê û parêzgehên din yên Îraqê hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin