Êrîşên Amerîkayê bo ser hûsiyan berdewamin

du dron û du sîstemên radar hatine jinav birin.
کوردستان TV
100%

Fermandariya navendî ya Amerîkayê daxuyaniyeke nû belav kiriye.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî yaku, bi CENTCOM tê nasîn daxuyaniyeke nû belav kiriye û têde ragihandiye ku, di çarçoveya êrîşên Amerîka û hevpeymanan de yên bo ser pêgehên çekdarên Hûsî, gelek çekdar hatine kuştin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, di êrîşa herî dawî ya hêzên Amerîkî de ku, duhê pêk hatine, du dronên çekdarên hûsiyan hatine xistin û du sîstemên din yên radarê yên çekdarên hûsî jî hatine jinavbirin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.