Xamneyî gazindan dike û dibêje tişta me texmîn nedikir qewmî

rêjeya beşdarî kirin di hilbijartinê de kêmtir bûye ji sedî 40.
کوردستان TV
100%

Behsa hilbijartinên Serokkomariya Îranê kiriye.

Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî di gotarekê de ku, ji aliyê tvya fermî ya Îranê ve hatiye belavkirin derbarê rêjeya beşdarî kirin di hilbijartinên Serokkomariya Îranê de yaku, di 28ê Hezîranê de hatibû kirin gazind kiriye û ragihandiye ku, rêjeya beşdarbûn kêmtir bûye ji tişta ku, me texmîn dikir.

Xamneyî herwiha gotinên xwe yên beriya çend salan jî red kiriye û gotiye ku, şaşe em bêjin rêjeya kêmtir ji sedî 60 bi wateya dijatî kirina rejîmê ye.

Her dîsa Xamneyî di gotareke din ya xwe de derbarê hilbijartinên Amerîkayê de jî gotibû ku, şermezariyeke gelek mezine ku, rêjeya beşdarî di hilbijartinên Amerîkayê de sedî 50 ye.

Nav hatî diyar kiriye ku, ev kesên ku, hez ji Îran û Komara îslamiya Îranê dikin lazime di gera duyem ya hilbijartina Serokkomarî de ku, gelek girînge beşdarî bikin û rêjeya beşdarî kirinê zêdetir bikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.