Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya.
Di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hitchen civiya.
Di civînê de Serok Barzanî rixmî balkêşandine ser kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî di salên derbasbûyî de hevdem sedemên serdana xwe bo Bexdayê jî eşkere kir.
Her di heman civînê de balyozê Brîtanyayê piştîvaniya welatê xwe bo serdana Serok Barzanî bo Bexdayê û baştir bûna têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî diyar kir û anî ziman ku, di her rewşekê de Brîtanya girîngî dide Îraq û herêma Kurdistanê bi taybetî di warê abûrî, teror û mijara koçberiyê de.
Cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û mayîna hêzên hevpeymanan û têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin