Serok Barzanî li gel balyozê Rûsyeyê civiya.
Di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê Serok Barzanî li gel balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê Ilbrus Kutrashiv civiya.
Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Serok Barzanî, di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin û Serok Barzanî ji şanda Rûsî re ragihandiye ku, yek ji sedemên vê serdana han hebûna niyet û xwestekeke bihêz yabo çareser kirina kêşeyane.
Di civînê de balyozê Rûsyeyê jî ragihandiye ku, Rûsye dixwaze têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê baş û bihêz bin.
Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên herêmî û ev metirsiyên ku, aramiya deverê dikin armanc hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin