Balyozê vê welatî yê li Îraqê xatir ji Serokwezîrê Kurdistanê xwest.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Komara Çek li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Komara Çek li Îraqê birêz Peter Sztepanik kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe serdana me kiribû.
Me spasiya balyoz kir ku, di dema pîwerdariya xwe de kar bo pêşde birina têkiliyên du alî hewl daye û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Balyozê Çek jî rêzdariya xwe bo hevkarî û hemahengiya aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel balyozxaneya welatê xwe anî ziman û xwesteka welatê xwe yabo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di warên curbicur de anî ziman.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin