The National: Esed naxwaze şerê HSD bike

Esed naxwaze Amerîka bike dijminê xwe.
کوردستان TV
100%

Rayedarên Sûrî nihêniyên danûstandinan eşkere kirin.

Rojnameya The National ya Îmaratî nihêniyên civîn û hevdîtinên navbera Tirkiye û Sûriyeyê belav kiriye.

Rojnameya han li ser zarê rayedarên rejîma Sûrî belav kiriye ku, bi daxwaza Îranê û bi navbeyinkariya Îraqê Sûriye û Tirkiye çend civîn lidar xistine û di civînan de giftûgo derbarê mijara penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê, vekirina deriyên sînorî di navbera rejîma Sûrî û herêmên di destê komên çekdar û mijara şerê dijî HSD hatiye kirin.

Yek ji wan mijarên ku, her du alî lidijî hevin û li ser lihev nakin mijara şerê dijî HSDê ye, Tirkiye bi fermî daxwaz ji Sûriyeyê kiriye ku, şerê dijî HSD bike lê Sûriye naxwaze xwe li gel Amerîkayê bixe nava aloziyeke nû jiber vê yekê bi ti awayî ne amadeye ku, şerê HSD bike ku, hevpeymanê sereke yê Amerîkayê li Sûriyeyê ye.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.