Amerîka huşdarî dide welatiyên xwe

piraniya wan welatan welatên Rojhilata Navînin.
کوردستان TV
100%

Dibêje serdana 19 welatan nekin.

Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û têda baldarî daye welatiyên xwe û ji wan re daxwaz kiriye ku, serdana 19 welatan nekin.

6 ji wan welatên ku, Amerîka qala wan kiriye welatên Erebîne û yek ji wan jî Îraqê, Amerîka ji welatiyên xwe re gotiye metirsiya teror û refandinê li ser welatiyên Amerîkî heye lewre nabe bi ti awayî serdana wan welatan bikin.

Ev huşdariya han piştî vê yekê tê ku, beriya du rojan eniya berxwedana îslamî ya Îraqê gefa êrîş kirine ser hêz û welatiyên Amerîkî kiribû û hikûmeta Amerîkayê jî beriya du rojan huşdarî dabû hêzên xwe yên leşkerî ku, egera êrîşên terorîstî heye lewre tevahiya hêzên Amerîkî bi taybetî yên li Ewrûpa û Rojhilata Navîn ketibûn amadebaşiyê.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.