Daxwaza cezayên dijwar bo Tavanbaran tê kirin

kasibkar daxwaza îdam kirinê dikin.
کوردستان TV
100%

Duhê ev her sê tavanbar li xwe û kiriyarên xwe mokir hatibûn.

Piştî ku, duhê wezareta navxwe ya federalî û wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê di konferanseke çapemeniya hevbeş de ragihandin ku, kesên ku, agir berdane sûka Qeyserî ya Hewlêrê û herwiha sûka Çelê ya li Dihukê û bazara Kerkûkê hatine girtin û ev tîmeke ser bi pkk ye, îro xwedan dikan û kasibkarên sûka Qeyserî ya Hewlêrê daxwaza cezayên dijwar bo wan tavanbaran kirin.

Di vê derbarê de Kasibkarek bi navê Omer Muhemed diyar kiriye ku, lazime ev kesên ku, agir berdane dikan û quta xelkê bi dijwartirîn şêwe werin cezakirin.

Nav hatî diyar kiriye ku, ev naxwaze ev tavanbarên han di nava girtîgehan de bimînin belku, lazime werin îdamkirin.

Omer Muhemed herwiha diyar kiriye ku, her ji destpêkê ve diyar bû ku, destek li pişt vê şewatê heye.

Kasibkarekî din bi navê Deham Elî diyar kiriye ku, gelek kêfxweşin ku, tavanbar hatine girtin lewre lazime tavanbarên han bi tundî werin cezakirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.