Mesrûr Barzanî: Berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Êzidiyan

dibêje lazime rêkeftina Şingalê were cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime rêkeftina Şingalê were cîhbicîhkirin.

Merasîma ragihandina piştîvaniya darayî yabo rizgarbûyiyên DIŞIê destpê kir û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di vê merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa destpê kirina êrîşên terorîstên DIŞIê bo ser Şingal û derdorê û genocide kirina Êzidiyan û pişt re jî hewldanên rast rast yên Serok Barzanî bo rizgar kirina Şingal û derdorê kir û anî ziman ku, Serok Barzanî piştî dagîr kirina Şingalê soz da ku, Şingal azad bike û neçû malê heta Şingal azad kir lewre em rêzdariya xwe li hember tevahiya pêşmergeyên qehreman yên ku, bo rizgar kirina Şingalê canê xwe feda kirin diyar dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de anî ziman ku, her çend îsal 10mîn salvegera komkujiya Şingalê ye lê heta niha weke pêwîst xizmeta Şingal û Êzidiyan nehatiye kirin û sedema vê jî hebûna komên çekdar yên derqanûnîne li vê deverê lewre bo ku, dever were avedan kirin û xizmeteke zêdetir pêşkêşî Êzidiyan were kirin lazime rêkeftina Şingalê weke xwe were cîhbicîhkirin û tevahiya komên çekdar yên derqanûnî jî li vê deverê werin derxistin.

Mesrûr Barzanî anî ziman û berdewam dibin li ser hewldan bo azad  kirina rifandiyên Êzidî û vegerandina wan û herwiha tişta ku, ji destê me were emê bo xizmet kirina Şingal û derdorê bikin û berdewam dibin li ser parastina mafên Êzidiyan.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.