Komên çekdar yên Sûrî li Tirkiyeyê vegeriyan

rewşa deverê aloze û tê payîn rewş hîn aloztir bibe.
کوردستان TV
100%

Duhê pevçûneke dijwar di navbera çekdar û artêşa Tirkiyeyê de qewmî bû.

Piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê, ev du roje li Bakûr û bi taybetî Bakûrê Rojavayê Tirkiyeyê û ev cîhên ku, di destê Tirkiye û komên çekdar yên Sûrî yên ser bi Tirkiyeyê deye xwepîşandanên mezin dijî Tirkiyeyê tênekirin.

Duhê jî li Ezez, Bab û deriyên sînorî de pevçûnên dijwar di navbera komên çekdar û artêşa Tirkiyeyê de çê bibû, kuştî û birîndarên her du aliyan hene, komên çekdar gelek tirimbîlên ku, plakaya wan ya Tirkiyeyê bûye, şewitandine, alaya Tirkiyeyê jî şewitandine û bi diroşmeyên Erdogan xayîne, êrîşî ser wan dezgeh û navendan kirine ku, têde karmendên Tirk hebûne, ev karmend qewitandine û dest danîne ser wan navend û dezgehan.

Her duhê Tirkiye hêzeke zêdetir bo piştîvaniya hêzên xwe şandiye deverê.

Ji aliyê xwe ve xwepîşandan û êrîşên welatiyên Tirkiyeyê yên bo ser awareyên Sûrî yên li Tirkiyeyê jî didomin û piştî bajarê Qeyserî duhê li gelek bajarên Başûr û Başûrê Rojavayê Tirkiyeyê êrîş pêk hatin û êrîş bi cureyek bûn ku, Tirkiye bo normal kirina rewşê li bajarê Hetayê tank û zirepuş bikar aniye.

li gor zaniyariyên berdest rewş li deverê gelek aloze û tê payîn ku, hîn jî aloztir bibe û pevçûnên çekdarî jî zêdetir bibin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.