Îraq: Ewin bazarên Hewlêr û bajarên din şewitandine ser bi PKK ne

du ji Tawanbaran endamên YNK ne.
کوردستان TV
100%

Wezareta navxwe ya Îraqê konferanseke çapemeniyê lidar xist.

Peyvdarê wezareta navxwe ya Îraqê Mêqdad Mîrê îro di konferanseke çapemeniyê de ragihand ku, tîmeke berfire ya Tawankariyê girtine.

Mêqdad Mîrê ragihand ku, ev Tawanbarên han yên ku, hatine girtin, li xwe û tawanên ku, li bajarên curbicur yên Kurdistanê de kirine mokir hatine.

Mêqdad Mîrî eşkere kiriye ku, piştî derketina şewatên mezin li Hewlêr, Kerkûk û Dihukê, me bi hevbeşî li gel hêz û wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê dest bi lêkolînên berfire kir û di encam de mekariye ku, tîmeke çend kesî ya ser bi PKK binçav bikin.

Nav hatî diyar kiriye ku, berpirsê vê tîma han keseke bi navê Ehmed ku, karmendê hêzên 70 yên ser bi YNK ye û beşeke din yên binçav kiriyan endamên hêzên antî terorê yên YNK ne û di lêpirsînan de li xwe mokir hatine ku, tevahiya şewatên Hewlêr, Kerkûk û Dihukê bi destê wan hatine çêkirin.

Herwiha ev tîmên han plan amadekiribûn ku, êrîşî ser stasiyonên elektirîk û petrolê bikin û dixwestin ku, zirareke gelek mezin bidin abûriya herêma Kurdistan û Îraqê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.