Li Izmîrê 5 kesan canê xwe ji dest daye

di encama teqînê de 63 kesên din jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Di nava xwaringehekê de teqîneke mezin çê bûye.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê duhê êvarê di nava xwaringeheke navçeya Torbalî ya li Izmîrê teqîneke gelek mezin çê bûye.

Rayedarên Tirkiyeyê diyar kirine ku, teqîn di dema guhertina topa gazê de çê bûye û di encama teqîna han de herî kêm 5 kes canê xwe ji dest dane û 63 kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha zirarên gelek mezin ber xwaringeh, dikan û tirimbîlên nêzî xwaringehê ketine.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.