Vegera awareyên Îraqî berdewame

hikûmeta Îraqê bi qasî 4 miliyon dînaran hevkariya wan dike.
کوردستان TV
100%

Ji kempên li parêzgeha Silêmanî vegeriyane cîhên xwe.

Wezareta koç û Koçberan ya Îraqê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku, vegera awareyên Îraqî yên li kempên li herêma Kurdistanê bo cîhên xwe berdewame.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku, di nava rojên derbasbûyî de 734 awareyên Îraqî ji kempên li parêzgeha Silêmanî vegeriyane cîhên xwe yên li parêzgeha Selahedînê.

Weke tê zanîn beriya niha hikûmeta Îraqê diyar kiribû ku, her awareyek ku, vegere cîhê xwe vê bi qasî 4 miliyon dînaran hevkariya wan were kirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.