Amerîka: 7 dronên hûsiyan hatine xistin

heta niha çekdarên hûsî li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.
کوردستان TV
100%

Li deverên curbicur yên Yemenê hatine xistin.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî yaku, bi CENTCOM tê nasîn ragihand  ku, êrîşên hêzên Amerîkî û hevpeymanan dijî çekdarên hûsî yên li Yemenê berdewamin.

Di daxuyaniya han de hêzên Amerîkî eşkere kirine ku, duhê bişev 7 dronên hûsiyan ku, bo êrîş kirinê hatibûn amadekirin, ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatine jinavbirin.

Ji aliyê xwe ve Peyvdarên hûsiyan jî duhê ragihandibû ku, êrîşî ser sê keştiyên Amerîkî yên li deverê de kirine.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.