Berbijêrê reformxwazan li pêş deye

hîn jî amarên fermî nehatine belavkirin.
کوردستان TV
100%

Hijmartina dengan berdewame.

Duhê li Îranê bo diyarî kirina Serokkomarê nû yê Îranê hilbijartin hatibû kirin û li gor amarên komîsyona hilbijartinan ya Îranê, zêdetir ji 50 miliyon kes di hilbijartinê de beşdarî kirine.

Komîsyona hilbijartinan ya Îranê diyar kiriye ku, hijmartina dengan hîn jî berdewame û li gor amarên destpêkê heta niha berbijêrê reformxwazan Mesûd Pizişkiyan nêzî 6 miliyon deng bi dest aniye û li pêş berbijêrê rastgerên ser bi Xamneyî deye.

Herwiha Serokê berê yê Parlementoya Îranê Mehemed Baqir Qalîbaf jî zêdetir ji yek miliyon deng bi dest aniye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.