Hilbijartina pêşwext kete rojeva Tirkiyeyê

Erdogan jî dibêje heta 5 salên din hilbijartin nayê kirin.
کوردستان TV
100%

Serokê CHP dibêje di nava 18 mehan de hilbijartin tê kirin.

Rewşa siyasî û abûriya Tirkiyeyê her diçe aloztir dibe û qirîza darayî, giranî û bêkarî jî zêdetir dibe.

Bêzarbûna xelkê jî ji desthilatê gehêştiye asta herî bilind û Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî dibêje heta 5 salên din li Tirkiyeyê tê hilbijartin nayê kirin.

Li Dem partî meha derbasbûyî daxwaza hilbijartinên pêşwext kiribû û piştî Dem partî, CHP jî daxwaza hilbijartinê kiribû.

Her di vê çarçoveyê de duhê Serokê CHP Ozgûr Ozel ragihand ku, her çend Erdogan dibêje heta 5 salên din hilbijartin nayêkirin, lê ez bawerim ku, di nava 18 mehên pêş de vê li Tirkiyeyê hilbijartin were kirin.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.