Amerîka: Em piştîvaniya hilbijartinên demokratîk dikin

dibêje Amerîka hewlên Serokê herêmê bo lihev nêz kirina aliyên siyasî bilind dinirxîne.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime hilbijartin were kirin.

Piştî diyarî kirina roja 20ê Cotmehê bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, ji aliyê Serokê herêma Kurdistanê ve, Amerîka jî kêfxweşiya xwe li hember vê biryar diyar kir û piştîvaniya xwe jî bo vê yekê diyar kir.

Di vê derbarê de Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku, Amerîka piştîvaniya diyarî kirina roja 20ê Cotmehê bo roja hilbijartinê dike.

Matthew Miller herwiha diyar kiriye ku, hilbijartin faktereke girîng ya prosesa demokrasiyêye, em li benda vê yekê ne ku, rayedarên herêma Kurdistanê piştrast bin ji vê yekê ku, hilbijartin şefaf û azad dibe û nayê paşxistin.

Miller herwiha eşkere kiriye ku, Amerîka hewlên Serokê herêmê bo lihev nêz kirina aliyên siyasî bilind dinirxîne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.