Holenda: Rewşa Libnanê gelek aloze

Îsraîl û hizbulah amadekariyên şer dikin.
کوردستان TV
100%

Daxwaz kiriye welatiyên Holendî bilez ji Libnanê dekevin.

Wezareta derve ya Holendayê derbarê rewşa Libnanê de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, rewşa Libnanê gelek aloz û metirsîdare û eger heye şer di navbera Îsraîl û Hizbulahê de Libnan bixe nava alozî û kêşeyên gelek mezin de.

Wezareta derve ya Holendayê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji welatiyên Holendî kiriye daku, bilez li Libnanê derkevin jiber ku, mirov nikare pêşbîniya rewşa Libnanê bike.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Kanada, çend welatên Ewrûpî û welatên Kendavê jî daxwaz ji welatiyên xwe  kiribûn bilez  ji Libnanê derkevin.

ji aliyeke din ve ev demêke ku, Îsraîl û hizbulah amadekariyên şer dikin û tê payîn şereke mezin di navbera wan de çê bibe.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.