Esed: Em piştîvaniya her cure destpêxeriyekê dikin

Rûsye hewl dide têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê normal bike.
کوردستان TV
100%

Li gel nunerê Serokê Rûsyeyê civiyaye.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokê Rûsyeyê yê bo karûbarên Sûriyeyê Alexander Lavrentief kir.

Di civînê de qala hewldanên heyî yên bo normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê hatiye kirin û Beşar Esed diyar kiriye ku, piştîvaniya her destpêşxeriyek bo çareser kirina kêşeyan û normal kirina têkiliyan li ser esasê rêz girtin ji serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê dike.

Weke tê zanîn demeke dirêje Rûsye hewl bo normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê dide û Sûriye jî dibêje heta Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê venekêşe vê têkiliyên xwe li gel Tirkiyeyê normal neke.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.