6 kes li Efrînê hatin revandin

beriya du rojan welatiyeke din yê Kurd qetil kiribûn.
کوردستان TV
100%

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ‘Polîsên Sivîl’ li Efrînê 6 şênî revandin.

Li gor nûçeyeke anhayê rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên Polîsên Leşkerî duh bi ser malên gundê Dêwa Jorîn ê Cindirêsê ya Efrînê de girt û tevî mixtarê gund 3 şênî revandin.

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan şêniyê bi navê Elî Hesen (40) ku mixtarê gund e, piştî ku malbata wî fîdye da, serbest berdaye. Hisên Hesen Hemûd (35), Mihemed Hesen Hemûd (38) û Mihemed Cuma Soro (40) jî hîna revandî ne.

Rêxistinê aşkera kir ku şêniyên gund ji desthilata dagirkeriya Tirk a li Cindirêsê daxwaza kiriye kesên malên wan ji 2018`an ve desteser kirine, ji gund derxin. Lê li şûna ku bersivê bidin daxwazên şêniyên resen, îstixbaratê her 4 şênî revandine.

Çavkaniyên xwecih jî ragihand ku çeteyên Polîsên Sivîl ên dewleta Tirk a dagikrer şêniyê bi navê Yehya Taha Berakat (37) û zarokê bi navê Edhem Derwîş Elûş (15) yên ji Cindirêsê li Efrînê revandine.

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Polîsên Sivîl 22`yê Hezîranê şêniyê bi navê Nêçîrvan Mistefa Elî (37) yê ji Mabetayê û 13`yê Hezîranê şêniyê bi navê Ednan Namî (26) yê ji gundê Eyn Hecerê Mezin, revandinbûn.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.