Dema hilbijartina parlementoya Kurdistanê hate diyarî kirin

di Cotmehê de hilbijartin tê kirin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê ferman daye di Cotmehê de hilbijartin tê kirin.

Îro Peyvdarê Serokatiya herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di presskonferansekê de ragihand ku, Serokê herêma Kurdistanê piştî şewir û danûstandinên berfire li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê û komîsyona bilind ya hilbijartinan, dema hilbijartinên parlementoya Kurdistanê diyarî kir.

Dilşad Şehab eşkere kiriye ku, beriya niha biryar bû di 10 Hezîranê de hilbijartin were kirin lê ev dem bo 5 Îlonê hate paşxistin û piştî vê yekê komîsyon jî diyar kiriye ku, di 5 Îlonê de nikare hilbijartin bike lewre piştî giftûgo û şewireke berfire li gel aliyên siyasî û komîsyona hilbijartinan, Serokatiya herêma Kurdistanê biryar daye di roja 20ê Cotmehê de hilbijartin were kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.