Buhayê yek dolar gehêşte 33 lîreyên Tirkî.
Îro çarşem dema vekirina bazar û burseyan li Tirkiyeyê, lîreya vê welatî careke din herifî û buhayê xwe li hember dirawên biyanî ji dest da.
Rixmî hewlên hikûmeta Tirkiyeyê yên bo pêşî girtin ji daketina buhayê lîreyê, lê îro çarşem dema vekirina bazar û burseyan buhayê lîreya Tirkî careke din daket û 1 dolarê Amerîkî gehêşte zêdetir ji 33 lîreyên Tirkî.
Herwiha buhayê 1 euro jî gehêşte 35 lîre û 32 qirûş.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin