Amerîka dorpêçên nû dixe ser Îranê

Amerîka tîm û sîstema bankî ya veguhastina pereyan bo Îranê hildiweşîne.
کوردستان TV
100%

50 saziyên Îranî hatine cezakirin.

Wezareta xezêne û darayî ya Amerîkayê ragihandiye ku, bi mebesta rawestandina karûbarên taybet bi veguhastina pereyê bo Îranê û çavkaniyên darayî yên spaha pasdaran û wezareta berevanî ya Îranê, dorpêçên nû xistiye ser 50 saziyên curbicur ku, roleke sereke bo veguhastina pereyê bo Îranê dilîzin.

Wezareta xezêne ya Amerîkayê herwiha eşkere kiriye ku, ev 50 saziyên han bi awayeke berfire li gelek welatan kar bo veguhastina pereyan bo Îranê û dabîn kirina çavkaniyên dahatê bo spaha pasdaran û wezareta berevanî ya Îranê kirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye eşkere kirin ku, Amerîka berdewam dibe li ser hewlên xwe yên bo hilweşandina tîm û sîstemeke bankî yaku, pere bo Îranê vediguhêze.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.