Tirkiye daxwazek ji Sûriyeyê dike

dibêje li dijî HSD û YPG yek bigirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje li dijî HSD bibin yek.

Li gor çapemeniya Tirkî, wezîrê derve yê vê welatî Hakan Fîdan di hevpeyveneke xwe de ya li gel kanala haber turk de behsa rewşa Sûriyeyê kiriye û ragihandiye ku, jiber HSD li gel Amerîka, Brîtanya û Franseyê kêşeya wan heye û gelek caran Tirkiye hewldaye ev kêşe çareser bike lê encam negirtiye.

Hakan Fîdan herwiha daxwaz ji rejîma Sûriye û çekdarên radîkal kiriye daku, yek bigirin û bihevre li dijî HSD û YPG şer bikin.

Nav hatî herwiha daxwaz kiriye ku, rejîm kêşeyên heyî yên li gel çekdarên radîkal bi amadekirina destûreke nû, çareser bike û rêkeftina aştiyê li gel çekdaran îmze bike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.