Rûsye û Ukrayna dîlên xwe lihev diguherin

180 dîl di navbera her du aliyan de hatine veguhertin.
کوردستان TV
100%

180 dîlên din hatine veguhertin.

Li gor çapemeniya Îmaratî hewldanên rayedarên Îmaratê yên bo azad kirina dîlan di navbera Rûsye û Ukraynayê de bedewamin û di vê çarçoveyê de bo cara sêyem bi çavdêriya Îmaratê Rûsye û Ukrayna dîlên xwe lihev guhertine.

Çapemeniya Îmaratî belav kiriye ku, duhê bi giştî 180 dîlên şer di navbera wan her du welatan de hatine guhertin.

Rayedarên Îmaratê jî jiber hevkarî û hemahengiya navbera Rûsye û Ukraynayê bo lihev guhertina dîlan spasiya wan du welatan kiriye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.