22 partiyên siyasî navên xwe tomar kirine

72 Berbijêrên serbixwe jî navên xwe tomar kirine.
کوردستان TV
100%

Îro dawî bi prosesa tomar kirina navan dihat lê dem hate dirêjkirin.

Komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê ragihand ku, biryar bû îro dema diyarî kirî ya bo tomar kirina navên part, aliyên siyasî û berbijêran bo beşdarî kirin di hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de bidawî bibe lê komîsyon biryar daye daku, ev dema han heta roja 27ê Hezîranê were dirêjkirin.

Komîsyonê diyar kiriye ku, heta niha bi giştî 22 partiyên siyasî, 2 hevpeymanî û 72 berbijêrên serbixwe navên xwe tomar kirine.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.