Siûdiye amara dawî ya derbarê mirina Heciyan de belav kir

piraniya wan bi vîzeya torîstîkî çûne hecê.
کوردستان TV
100%

Dibêje 1300 Hecî canê xwe ji dest dane.

Çapemeniya fermî ya Siûdiyeyê li ser zarê rayedarên vê welatî belav kiriye ku, ji destpêka destpê kirina demsala hec de heta îro hijmara wan Heciyên ku, li Siûdiyeyê canê xwe ji dest dane bûye 1301 Hecî.

Rayedarên Siûdî diyar kirine ku, 3 ji 4 Heciyên ku, canê xwe ji dest dane, ew hecîne ku, xwedan vîzeya torîstîkî bûne û beşdarî di merasîmên hecê de kirine û di dema meşan de bêyî tedbîrên pêwîst li ber rojê meşiyane û jiber bilind bûna pileyên germiyê canê xwe ji dest dane.

Herwiha wezareta tendirostî ya Siûdiyeyê jî diyar kiriye ku, navendên tendirostî zêdetir ji 1 miliyon Hecî derman kirine ku, nêzî 140 hezar ji wan ew hecî bûne ku, bi vîzeya torîstîkî beşdariya merasîmên hec kirine.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.