Tevahiya qurbaniyên êrîşê Polîsin.
Li gor çapemeniya Rûsî duhê bişev li herêma Daxistanê êrîşî ser çend kilîse û xalên polîsan hatiye kirin.
Di vê derbarê de wezareta navxwe ya Rûsyeyê jî diyar kiriye ku, heta niha nasnameya êrîşkaran nediyare lê di encama êrîşa han de herî kêm 6 polîs hatine kuştin û 12 polîsên din jî birîndar bûne.
Wezareta navxwe ya Rûsyeyê ti zaniyarî derbarê qurbaniyên medenî de belav nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin