Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusa nû ya Brîtanyayê kir

behsa rewşa Îraq û deverê jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%


Giftûgo derbarê metirsiyên terorê de hatiye kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusa nû ya Brîtanyayê yê li herêma Kurdistanê Andrew Disley kir.

Di civînê de ku, Cîgira balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Rosie Cave jî têde beşdarbû, Serok Barzanî rixmî bixêr hatin kirina Konsulusa nû ya Brîtanyayê hevdem hêviya serkeftinê jî bo vê xwest û balkêşande ser têkiliyên dostane yên di navbera Brîtanya û gelê Kurdistanê û hêviya vê yekê jî xwest têkiliyên du alî berdewam bin û zêdetir pêşde biçin.

Konsulusa Brîtanyayê jî spasiya helwesta Serok Barzanî kir û behsa têkiliyên navbera gel û hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Brîtanyayê kir û amadebûna xwe bo pêşde birina têkiliyên han diyar kir.

Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya Îraqê, deverê û metirsiyên serhildana terorê hate kirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.