Roja înê li Ebulkemalê êrîşî ser komeke çekdarên Îranî hatibû kirin.
Roja înê li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê li navçeya Ebûlkemalê êrîşî ser karwaneke veguhastina çek û teqemeniyê ya çekdarên ser bi Îranê hatibû kirin û ev karwan bi temamî hatibû jinavbirin û çapemeniya Erebî jî diyar kiribû ku, ev êrîş ji aliyê hevpeymaniya cîhanî ve hatine kirin.
Duhê hevpeymaniya cîhanî jî daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û têde ragihandiye ku, êrîş ne karê hevpeymaniya cîhaniye û hevpeymaniya cîhanê ti têkiliyeke xwe bi vê êrîşê re tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin