4 Heciyên din yên Kurd canê xwe ji dest dan

tevahiya wan şêniyên Parêzgeha Silêmanî ne.
کوردستان TV
100%

Di encama bûyereke tirafîkê de canê xwe ji dest dane.

Li gor zaniyariyên dest Kurdistantv ketine, îro tirimbîla hijmareke Heciyên Kurd yên şêniyên parêzgeha Silêmanî ku, ji Siûdiyeyê vegeriyane, li parêzgeha Enbarê rastî bûyereke dijwar ya hatûçûyê hatiye.

Di encama bûyera han de 4 Heciyên Kurd canê xwe ji dest dane û Heciyeke din jî birîndar bûye.

Weke tê zanîn di dema bicîh gehandina ferîzeyên Hec de jî herî kêm 13 Heciyên Kurd jiber germayê canê xwe ji dest dabûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.