Rûsye: Me 114 dronên Ukraynî xistine erdê

tenê li Kirimiyayê 70 dron hatine xistin.
کوردستان TV
100%

Hijmara herî zêde li Kirimiyayê hatine xistin.

Wezareta berevanî ya Rûsyeyê belav kiriye ku, hêzên Ukraynî dest bi êrîşeke berfire ya bi rêya dronan bo ser çend navçeyên Rûsyeyê kiribûn, lê hêzên Rûsî û sîstema berevaniya Rûsî kariye ev êrîşa han pûç bikin.

Di daxuyaniya wezareta berevaniya Rûsyeyê de hatiye eşkere kirin ku, tenê li asmanê Kirimiyayê hêzên me 70 dronên Ukraynî xistine erdê û li ser asmanê Volbograd û Krasnodar jî 43 dronên din hatine xistin û çend belemên bê pîlot yên Ukraynî li bakûrê rojavayê behra Reş jî hatine jinavbirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.