Îsraîl xwe bo ragihandina dawî hatina Hemasê amade dike

di nava çend rojan de şerê Hemasê bi dawî dibe.
کوردستان TV
100%

Vê qonaxa sêyem ya şer destpê bike.

Li gor çapemeniya Îsraîlî, hikûmet û artêşa vê welatî dest bi amadekariyên pêwîst bo ragihandina jinav birin û şikesta hertimî ya Hemasê kirine û vê di nava çend rojên pêşiya me de hikûmeta Îsraîlê bi fermî ji nav çûna Hemasê li Xezeyê bo raya giştî ragehîne.

Artêşa Îsraîlê eşkere kiriye ku, li Refehê çend erkên biçûk mane û piştî cîhbicîh kirina wan erkan vê şikesta hertimî ya Hemasê were ragihandin.

Ji aliyê xwe ve hikûmeta Îsraîlê jî xwe bo destpê kirina şereke mezin dijî hizbulaha Libnanê amade kiriye û niha artêşa Îsraîlê li benda fermana destpê kirina şerê dijî hizbulaha Libnanê ye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.