Zêdetir ji hezar Hecî heta niha canê xwe ji dest dane

17 ji wan Heciyan welatiyên Kurdistanê ne.
کوردستان TV
100%

Nêzî 2 hezar Hecî jî têne dermankirin.

Li gor çapemeniya Siûdî jiber ku, demsala heca îsal gelek gerim bûye, gelek hecî canê xwe ji dest dane û gelek hecî jî birîndar bûne anjî rewşa wan ya tendirostî têkçûye.

Rayedarên Siûdî ji çapemeniya welatê xwe re diyar kirine ku, îsal 1 miliyon û 800 hezar hecî ji seraserê cîhanê hatine hecê, ji wan jiber germaya zêde gelek kes canê xwe ji dest dane û gelek kesên din jî birîndar bûne.

Rayedarên Siûdî diyar kirine ku, heta niha zêdetir ji 1000 heciyan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 2 hezar hecî jî jiber zêde bûna germayê, rewşa wan ya tendirostî têk çûye û niha di bin çavdêriya nûjdaran dene.

Ji wan heciyên ku, canê xwe ji dest dane 17 ji wan welatiyên Kurdistanê ne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.