Spaha Pasdaran weke terorîst qebûl kir.
Hewlên cîhanî yên bo bi terorîst nasîna spaha Pasdaran ya Îranê berdewamin û di vê çarçoveyê de jî Kanada jî biryara xwe de.
Berpirsê ewlekariya nîştimanî yê Kanadayê di konferanseke çapemeniyê de ku, wezîrê dad û wezîr derve yê vê welatî jî têde beşdar bûn, ragihand ku, hikûmeta Kanadayê biryara xwe daye û ji niha pêde spaha Pasdaran bo Kanadayê tevgereke terorîstiye û Kanada nava spaha Pasdaran xistiye nava lîsteya terorê de.
Weke tê zanîn sala 2012an Kanada spaha Qudis ya Îranê xistibû nava lîsteya terorê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin