Li Hewlêrê 29 bûyerên agirberbûnê qewmîne

3 tirimbîl jî şewitîne.
کوردستان TV
100%

Di nava her 4 rojên cejnê de ev bûyer qewmîne.

Birêveberatiya hêzên hawar hatinê yên li Hewlêrê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku, di nava her çar rojên tatîliya cejnê de bi giştî 29 bûyerên agirberbûnê qewmîne ku, 22 ji wan şewitîna pûş û giyayên hişik yên li Hewlêr û li ser rêyan bûne.

Herwiha hate zanîn ku, sê bûyerên şewatê jî di nava malan, bûyerek jî şewata dikan û sê bûyerên din jî şewata sê tirimbîlan bûye.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de qala vê yekê jî hatiye kirin ku, di rojên cejnê de termê welatiyekê jî di nava avê de li navçeya Xebat hatiye dîtin.

Weke tê zanîn îsal li Hewlêrê bi giştî 5 bûyerên şewata mezin çê bûne ku, zirarên mezin yên madî li pey xwe anîne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.