Putin çû Koreya Bakûr

Koreya Bakûr di şer de hevkariya Rûsyeyê dike.
کوردستان TV
100%

Piştî 24 salan ev yekem serdana fermiye.

Li gor çapemeniya cîhanî îro Serokê Rûsyeyê Vladimir Putin piştî 24 salan bi serdaneke fermi çûye Koreya Bakûr.

Çapemeniya cîhanî belav kiriye ku, Putin û şanda Rûsî li balefirxaneya navnetewî ya Pyonyangê ji aliyê Serokê vê welatî Kim Jong-un ve hatiye pêşwazîkirin.

Herwiha biryare sibê civînên fermî yên di navbera her du aliyan de destpê bikin.

Putin beriya ku, biçe Koreya Bakûr spasiya vê welatî kiribû ku, di şerê Ukraynayê de hevkariya Rûsyeyê kiriye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.