Duhê êvarê Tirkiye gundeke devera Sîdekanê bordiman kir.
Şêniyên gundê Bîrkeme ya ser bi qezaya Sîdekanê ji Kurdistantvê re ragihandin ku, duhê êvarê balefirên cengî yên Tirkiyeyê derdorê gundê wan bi dijwarî bordiman kirine.
Şêniyên gundê diyar kirine ku, her çend ti zirarên canî yên vê bordimanê tunene, lê bordiman bûye sedema şewateke mezin li daristanên derdorê gundê.
Şêniyên gundê eşkere kirine ku, balefirên cengî yên Tirkiyeyê cîhên nêzî welatiyên medenî û zomdaran bordiman kirine û jiber vê yekê agireke mezin derketiye û rûbereke gelek mezin ji daristan û pûşên deverê jî şewitîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin